Ji dil bi xêr hatin
Bi xêr hatin bo Tawetter, ev cihê berlînê ji bo hevdîtna ji bo zelaman (mêran) yên zorî yan destdrêjîya seksî (cinsî) lê hatîye kirin di demê zarokanyê de yan jî di gencatîyê de. Ciwane ko hewe malperê me dît. Cihê daxêye em nikarin hemî berhemên xwe wergêrîn. Ji ber ko pir mezinin. Le belê me çend malperên bi xêrhatinê çêkirin e ji bo belavkirina zanyarîyan û projan.
Kî dikare li cem Tauwetter harîkarîyê wergire?
Cihê me yê amojgarîyê vekiriye bo hemî corên zelaman, evên li zarokanîya yan gencanîya xwe toşî destdrêjîya seksî bûne. Em amojgarîyê diden hemîyan li dor hemî pirsiyar û giriftan, grêdayî bi jiyana borî ve bi destdrêjîya seksî. Em cihekê amojgarîye ne bo qurbanîyan. Mana wê ewe em bi wan kesê ev kare kriîn karnakin. Mana wê ewe ew kesên karê destdrêjîya seksî kirîye yan diken.
Herhosa kes û karên qurbanîyan, hevalên wan, û hevjînên wan dikarin harîkariyê ji amojgarîya me wergirin. Herwekî hemî kesên li vî biwarî kar dikin.
Amojgarî çend berfrehe?
Amojgarî li cem Tauwetter bi nihênî bê beramber pere tê kirin. Xobexşa perey bi xoşî tê wergirtin.
Karkerên Tauwetter li bin yasa ya bê dengîyê ne. Bi tenê eger xirabî li ser zarokan hebe ji ber karê destdrêjkirina sêksî.
Em çareserkirinê nakin. Em taqîkirinê nakin. Em tenê amojgarîyê dikin. Mana wê bersiva pirsiyaran û giriftan didin.
Em bo demek dirêj kar anekyn. Tenê heta 5 daniştina çêdibe.
Heke daxazî hebe harîkar jî dikarin digel bên amojgarîyê, lê belê em tenê amojgarîyê digel êk kesî dikin. Eger pirsiyarên wan hene gereke jivanek taybet ji xwere wergirin.
Ji bo hevjîna (jin û mêr)an amojgarîya do kesî jî heye digel ya êk kesî. Em bi harîkarîya gropa jinan a amojgarîyê ya Wildwasser Berlın kar dikin.
Tauwetter bi dezgehên din jî re kar dike, evên li biwarê destdrêjîya sêksî kardikin û kesan ji wan re di şîne.
Bi çi zimanan amojgarî ji min re têkirin?
Amojgarî tenê bi zımanê elmanî û inglîzî dibe. Ji bo zimanên din em bi tercomananre û xizmet kar dikin.
Eger tu amojgarîyê bi tercoman di xwazî, namek Mail yan Post ji me re bi nêre li ser navûnîşanên me û em dê tercomanekî amade kin.
Navûnîşanên me:
Tauwetter Anlaufstelle, Gneisenauerstrasse 2 a, 10961 Berlin
Çi piroje û karên din hene?
Amojgarîya me ya êkê bi zimanê elmanî li hemî sêşembîyan ji demjimêr 18:00 heta 19:00 heye. Hûn dikarin bê jivan bên.
Bi telefonê em li van deman amadene
Sêşemban ji demjimêr 16:00 heta 18:00
Çarşemban ji demjimêr 10:00 heta 13:00
Pênçşemban ji demjimêr 17:00 heta 19:00
Jimara telefonê: 030/ 6938007
Tauwetter gropên harîkarîya xoyî bi zimanê elmanî sazdike. Ev grope ji bo
zelaman e. herhosa gropên ji bo hevjîna hene.
Em ji were pir hêzî, serkeftin û her başîyê ji we re dixazin.
Tîma Tauwetter.